"Bira zarokên me bidin me"

Malbateke din jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û hêvî dikin ku ewladên wan paşda werin

"Bira zarokên me bidin me"

Malbateke din jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya.

Çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ku bi îdiaya berpirs HDP ye ku zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya serokatiya partiyê ya parêzgehê dan destpêkirin, dewam dike.

Dayikên Diyarbekirî yên çalakiya rûniştinê dikin bertek nîşanî HDPyiyan dan

Hatice Leventa dayîk ji Kutahyayê ji bo keça xwe Fadîmeyê ku 4 sal berê gava 18 salî bû, hatibû revandin, beşdarî çalakiyê bû û destnîşan kir ku keça wê gava li Bidlîsê xwendekara zanîngehê bû, revandin birin serê çiya.

Leventa dayîkê diyar kir ku keça wê xapandin û birin û wiha got, "Ev 4 sal e tu xeber jê nayê."

Leventê diyar kir, ji bo ku keça xwe bibîne, tu derî nema ku ew çû ber û wiha dewam kir:

"Ez keça xwe dixwazim. Ez keça xwe sax dixwazim. Gava ez ewil çûm Bidlîsê, hevalên wê ji min ra gotin ku Fadîme birin serê çiya. Dilê keça min qul bû. Em bi wê yekê nizanin bê ka siyaset çi ye. Me keça xwe ji bo wan mezin nekir. Me bi çi cefa û eziyetê mezin kir. Bira zarokên me bidin me."

Leventê diyar kir ku wê çalakiya rûniştinê di têlevîzyonê da dît û ji bo ku bigihîje ewlada xwe, wê biryar da û beşdar bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE