Birayê Kiliçdaroglu: Ez jî birayê xwe ji HDPyê dixwazim

Celal Kiliçdarogluyê birayê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu bo piştevaniyê, dayik ziyaret kirin.

Birayê Kiliçdaroglu: Ez jî birayê xwe ji HDPyê dixwazim

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 546emîn.

Celal Kiliçdarogluyê birayê Serokê Giştî yê CHPKemal Kiliçdaroglu bo piştevaniyê, dayik ziyaret kirin.

Kiliçdaroglu li vê derê di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, birayê wî yê mezin ku Serokê Giştî yê CHPyê ye, heta niha dayik ziyaret nekirine û lewma jî ew ji vê yekê ra zehf heyirî ma.

Kiliçdaroglu bal kişand ku dayik li benda zarokên xwe ne û wiha dewam kir, "Em êdî rûyê dayikan bidin kenandin. Birayê min bi HDP û IYI Partiya ku dibêje em dost in, girêdayî ma. Ji ber ku girêdayî ma, xwe ser va nebir ku van dayikan bibîne. Ev dayik tu pere û polekî naxwazin, bi tenê zarokên xwe dixwazin."

Kiliçdaroglu di ziyareta xwe da dowîza li ser "Ez jî birayê xwe ji HDPyê dixwazim" nivîsî, bilind kir.

Sariye Tokaya ku ji bo kurê xwe Mehmet di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê a sala 2014an bû jî.

Tokayê bal kişand ku ew bibiryar çalakiya xwe didomînin û wiha got:

"Em li vê derê li benda zarokên xwe ne. Heta em zarokên xwe hilnedin, em ê ji vir neçin. Em ji bo cegera xwe li vir in. Êdî bes e. Kurê min heger dengê min tê te û tu min dibihîzî, vegere were. 10 sal e ez li pey te me. Kurê min êdî were bes e."

Sultan Gugera ku ji bo kurê xwe Dogan ê ku 6 sal berê ji Diyarbekirê xapandin revandin çiyê, di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku cegera wan ji bo ewladên wan dişewite.

Gugerê wiha xeberda, "Mîna dayikên din, dilê me jî dişewite. Dilê me birîn e. Roja ku ewladê me were, em ê eydê bikin. Kurê min binêre ka çend kes hatin, tu jî were, êdî bes e."

Di vê navberê da ziyaretên piştgiriyê yên ji bo malbatan jî didomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE