Birdariya ji bo qeymeqamê şehîd

Li ser navê Muhammet Fatih SAFİTÜRK birdariya gulan çêkir

Birdariya ji bo qeymeqamê şehîd

Li Elezîzê Akademîsyenê Zanîngeha Firatê ji bo Qeymeqamê Şehîd Muhammet Fatih Safitürk birdariyeke gulan çêkir. Birdarî wê li ber avahiya ku li ser navê şehîd tê çêkirin bê danîn.

Gelê herêmê şehîdên xwe ji bîr nake.

Yek ji wan şehîdan jî Qeymeqamê Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatih Safitürk e.

Safîtûrk ji aliyê terorîstan ve li meqamê xwe hatibû şehîdkirin.

Akademîsyenê zanîngeha Firatê Rüçhan Keçeci jî ji bo şehîd Safîtûrk birdariyeke gulan çêkir.

Keçeci got ''Muhammet Fatih Safitürk li Dêrika Mêrdînê di meqamê xwe de şehîd ket. Ez jî wekî hemû kesî xemgîm bûm. Ji bo ku ez vê xemginiya xwe nîşan bidim min birdariyek çêkir.''

Keçeci dibêje m’eneya birdariya gulan jî ew e ku him Pexemberê me sembolîze dike him jî rêzdariya ji bo şehîdê me nîşan dide.

Keçeci wiha dewam kir: ''Birdariya me ji du gulan pêk tê. Yek Pexemberê me ya din jî şehîdê me sembolîze dike. Bêhna gulê pexemberê me û rengê wê jî alaya me sembolîze dike. Şehîdên me jî dê bibin cîranê pexember. Ji bo vê min ev m’ene dayê.

Birdarî dê bê şandin Dêrîkê û di dema vekirina Avahiya Qeymeqamiya bi navê Muhammet Fatih Safitürk dê bê danîn ber derê avahiyê.''

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE