Birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî bi destan tê çinîn

Ji bo birincê Qerecdaxê yê bi tehm û rengê xwe va hatiye tescîlkirin dest bi çinînê kirin.

Birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî bi destan tê çinîn

Birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî yê li bintara Qerecdaxa Diyarbekirê li zeviyên bikevir bi ava çiyê hêşin dibe niha bi destan tê çinîn.

Li Qerecdaxa herî dawîn ji vir 100 hezar sal berê şixuliye ya 1957 mêtro li bilindahiyê di nav kevirên bazalt da birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî hêşin dibe.

Ji bo birincê Qerecdaxê yê bi tehm û rengê xwe va hatiye tescîlkirin dest bi çinînê kirin.

Li eraziyê bikevir mêr bi dasê birinc diçinin jin jî bi destan sapê birinc kom dikin û dixin heqîban.

Birincê Qerecdaxê yê di dema riztiyê da tê komkirin li eraziyê rast li ber tavê tê raxistin û tê ziwakirin. Piştî ziwakirinê ji bo ji qalik were safîkirin welatî birinc dibin fabirqeyê û piştî karûbarên li vê derê ji bo xwarinê amade dibe.

- Ji ber ku hem organîk e hem jî bi destan tê amadekirin bihayê wê 10 qat zêde ye

Guher Sînem Buyuknalçaciya Qaymeqama Çinarê daxuyanî da û diyar kir ku taybetiya herî cuda ya birincê Qerecdaxê ew e ku şekirê wê gelekî kêm e proteîna wê jî zêde ye.

Buyuknalçaciyê destnîşan kir ku di şertên organîk da vî birincî diajon û wiha axivî: "Eraziyê me bi piranî bi kevir e. Piraniya karên amadekirina birinc bi destê karkeran tê kirin. Qismekî hindik bi makîneyan tê çinîn. Birincê Qerecdaxê di şertê organîk da digihêje û bi destan tê çinîn. Ji ber vê jî bihayê wê 10 qat zêde dibe."

Abdulazîz Ozçelîk Midûrê Çandinî û Daristanan ê Çinarê jî diyar kir ku tovê birincê Qerecdaxê tescîlkirî ye û tovê herêmê ye, ji dagarek erdî 500 kîlo birinc tê komkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE