Biryara doza dagirkirina balafirgehê

Ji bo 150 bersûcan cezaya hepsê yê heta hetayê yê girankirî tê xwestin...

Biryara doza dagirkirina balafirgehê

Hindik ma ku derbarê doza hewla dagirkirina balifirgeha atatürkê de biryar were dayîn. Derbarê darbekaran de sibê dê li 34emîn dadgeha cizayê giran a sîlîvriyê biryar bê dayîn. Di dozê de 159 bersûc hene. Ji bo 150 bersûcan cezayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî tê xwestin.

Berê tanq û topan dan ser milet…

Gule li kesên ku xwedî li îradeya gel derdiketin reşandin.

Di hewla xayîn a derbaya 15ê Tîrmehê de di hedefa xayînan de Balafirgeha Atatürkê jî hebû.

Doza hewla dagirkirinê ber bi qedandinê ye.

Doz 3 sal in dewam dike. Biryar wê di 17 Tîrmehê de bê dayîn.

Li 34emîn dadgeha Cizayê Giran a Stenbolê wê biryara dawî bê dayîn.

Di dozê de 159 bersûc tên darizandin.

Dozger ji bo 150 bersûcan ji ber “hewla jiholêrakirina pergala makezagonî” cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwest.

Ji bo eskerên berê yên bipeyman; Muhammed Ömer Saldanli, Yasin Keçeli û Metin Uçar ji ber sûcê “kuştina bi qestî” cizayê heta hetayê tê xwestin.

Dîroka nûkirinê: 16 Tîrmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE