Di doza şehîdkirina Dozger Mehmet Selim Kiraz de biryar hat dayîn. dadgehê cizayê muebet a girankirî da 2 gumanbaran. ji bilî vê, dîsa 42 sal cizayê hepsê hat dayîn gumanbaran.
Mehmet Selim Kiraz dozgerê komarê yê Stenbolê bû. Li dosyeya Berkîn Elvan dinêrî û ew demeke dirêj bû ev dosya nedihat encamdayîn. Dozger Kiraz li vê dosyeyê nêrî û di demeke nêz de gelek pêş ket. 31 ê Gulanê sala 2015an 2 terorîstên DHKP-Cyê ketin odeya wî ya meqamê û ew dîl girtin. Piştî demekê terorîstan gule reşandin ser Kiraz û Kiraz şehîd bû.
Dadgeha Cizayê Giran a 27emîn piştî lêpirsînê biryara xwe da û cizayê muebet a girankirî da 2 gumanbaran. Ji bilî vê, ji gumanbaran her yekî 42 sal cizayê hepsê jî xwarin.
Niha jî tê mereqkirin ku gumanbar bi çekan çawa ketin nava dadxaneyê û dozger di meqamê wî de şehîdkirin.