Biryara HUDA PARê ya ji bo hilbijartinên herêmî

Şahîn diyar kir ji bona bigihêjin hedefên xwe yên di pêşerojê da biryareke wiha hildane.

Biryara HUDA PARê ya ji bo hilbijartinên herêmî

 Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mahmut Şahîn destnîşan kir biryar dane ku beşdarî hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an nebin.

Şahîn li avahiya bajêr ya HUDA PARê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û destnîşan kir biryar dane ku beşdarî hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an nebin û got ku ev biryar biryara boykotê nîne.

Mahmut Şahîn diyar kir ew qinaet çêbûye ku ji ber şert û mercên aboriyê di hilbijartinê da wê nikaribin bigihêjin hedefên xwe û got ku em ê ji bo siyaseteke çalak xebatên xwe bimeşînin.

Şahîn diyar kir ji bona bigihêjin hedefên xwe yên di pêşerojê da biryareke wiha hildane.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE