Biryara Meclisê ya li ser hilbijartina endamên nû yên Lijneya Jor a Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) di rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di biryarê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya madeya têkildar a Qanûna Damezirandin û Xizmetên Weşanê ya Radyo û Têlevîzyonan da li Lijneya Giştî ya Meclisê dengdayîn hat kirin da ku endamên nû yên RTUKê yên ji AK Partî, CHP û HDPyê ku her yekê jê kontenjanek parê dikeve, werin destnîşankirin. Herwiha hat diyarkirin ku ji AK Partiyê Nurullah Ozturk, ji CHPyê Faruk Bildirici û ji HDPyê jî Ali Urkut hatin hilbijartin.