Biryara li ser Ayasofyayê li Meclisê hat xwendin

Biryara Serokomariyê ya derbarê dewrkirina Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarê Diyanetê û vekirina wê ji îbadetê re, li Lijneya Giştî ya TBMMê hat xwendin.

Biryara li  ser Ayasofyayê li Meclisê hat xwendin

Biryara Serokomariyê ya derbarê dewrkirina Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarê Diyanetê û vekirina wê ji îbadetê re, li Lijneya Giştî ya TBMMê hat xwendin. Parlementeran li ser pêyan ji biryarê re li çepikan xistin.

Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê biryara Lijneya Wezîran ya di 24ê Mijdara 1934an da ku Ayasofya ji mizgeftê veguhest muzeyê betal kir.

Komeleya Xizmeta Hawirdorê û Berhemên Dîrokî ya Weqfên Domdar ji bona betalkirina biryara Lijneya Wezîran ya ku Ayasofya ji mizgeftê veguhest muzeyê li Daîreya 10emîn ya Şûraya Dewletê doz vekir.

Daîreya li naveroka dozê mêze kir di 2yê Tîrmehê da guhdariya aliyan kir.

Piştî rûniştinê Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê li ser dosyayê sekinî û birayara xwe eşkere kir.

Daîreya 10emîn a Şûraya Dewletê biryara Lijneya Wezîran a ku di 24ê Mijdara 1934an da Ayasofyayê ji wesfê mizgeftê derxistibû û kiribû muze, betal kir.

Biryara Serokomariyê ya derbarê dewrkirina Ayasofyayê bo Serokatiya Karûbarê Diyanetê û vekirina wê ji îbadetê re, li Lijneya Giştî ya TBMMê hat xwendin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE