Lijneya Bilind a Hilbijartinê çima hilbijartina Stenbolê betal kir? Yskê qirara xwe ya derheqê hilbijartina Stenbolê de belav kir. Li gorî qirarê di hilbijartinê de gelek tiştên derqanûnî hebûn û ewlehiya hilbijartinê ketibû talûkeyê.
YSKê biryara xwe ya sedemên betal kirina hilbijartina stenbolê belav kir. Biryar 250 rûpel e û di biryarê de hat diyarkirin ku di 108 sindoqan de cetvelên encamê tunebû.
Hat destnîşankirin ku di hilbijartinê de gelek tiştên derqanûnî hebûn, gelek bêusûlî hatin kirin û hat diyarkirin ku 8 hezar û 848 cetvelên encamê bi awayekî bêusûlî hatin amadekirin, ji ber vê jî, nêzî milyonek deng çi lê hatin, tu kes nizane.
Hat tespîtkirin ku 706 kes heqê wan ê dengdayînê tunebû lê deng dayîne.
Hat aşkerakirin ku di 6 sindoqan de li şûna miriyan, di 41 sindoqan de li şûna girtiyan, di 58 sindoqan de jî li şûna hepsiyan deng hatine dayîn.