YSK duh saetên nîvro kom bû. Ji bo hilbijartinên stenbolê biryar ê bihata dayîn û civîn heta 7ê êvarê dewam kir. Piştî civînê biryar hat dayîn ku hilbijartinên stenbolê bên dubarekirin. Hat daxuyandin ku hin lijneyên sindoqan bi awayekî bêûsul hatine avakirin û gelek cetvelên deng hejmartinê vala ne.
YSK ligel 11 endamên xwe kom bû. Civîn nêzî 5 seetan ajot. Piştî civînê hat daxuyandin ku hilbijartinên Stenbolê dê ji nû ve bên kirin.
Biryar bi dengên ji 11 Endamên YSKyê 7'an hat dayîn. 4 endaman got bila neyên dubarekirin.
Di biryarê de dîroka hilbijartinê jî hat eşkerekirin. Li Stenbolê hilbijartin wê 23ê Hezîranê roja yekşemê bên kirin.
Biryara YSKyê biryareke teqez e û li dijî vê biryarê rêya darazê jî girtî ye.