Biryarên komîsyona OHAL’ê

Komîsyonê ji bona ji sedî 78ê serlêdanên îxrac û girtinê qerar da...

Biryarên komîsyona OHAL’ê

Ji bo komisyona lêkolînê ya kar û barên rewşa derasayî heta niha 126 hezar û 300 miracaat çêbûn. komisyonê di van 2 salan de ji bo 98 hezar û 300 serlêdanan qerar dan. komisyonê ji wan 9 hezar û 600 dosye qebûl kirin.

Serokê Komisyona OHALê Salih Tanrikulu bi nûnerên televîzyon û ajansên xeberan yên li Enqerê ve civiya.

Tanrikulu derbarê xebatên komîsyonê ya 2 salan de agahî dan.

Komîsyona OHALê heta niha qerara 98 hezar û 300 serlêdanan eşkere kir.

88 hezar û 700 serlêdan red kirin, 9 hezar û 600 jî pejirandin.

Tanrikulu got, gava Komisyona OHALê serlêdanên derbarê îxracan de dinirxîne, li gorî 50 krîteran qerarê dide.

Ji sedî 47ê serlêdanên ku nehatine qebûlkirin, derbarê bersûcên Bylockê de ne. Ji sedî 42yê wan jî li ser daxwaza serkêşê rêxistina terorî, ji bo ku piştgiriyê bidin Bank Asyayê pereyên xwe xistine wê bankayê.

Hemû eskerên ku şeva hewla derbeya 15ê Tîrmehê piştgirî dabûn derbeyê, ji bo ku vegerin ser wezîfeyên xwe serî lê dane.

Ligel vê yekê, Meclisê wexta xebatê ya Komisyona OHALê salekê dirêj kir.

Komisyon wê di 2020an de ji bo 28 hezar serlêdanan qerarê bide.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE