Biryarên YAŞê hatin daxuyandin

Bi biryara Şûreya Eskerî ya Bilind Avsever wekî Fermandarê Hêzên Bejayê hat tayînkirin

Biryarên YAŞê hatin daxuyandin

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê diyar kir ku Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Bejayê ji ber hedê emrê wî hat teqawidkirin, Orgeneral Musa Avseverê Fermandarê Artêşa Yekê wekî Fermandarê Hêzên Bejayê hat tayînkirin.

Kalin piştî civîna Şûreya Eskerî ya Bilind (YAŞ) a li Kuliyeya Serokomariyê di seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hat kirin civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê da hat destnîşankirin ku bi biryara Şûreya Eskerî ya bilind va Orgeneral Musa Avsever wekî Fermandarê Hêzên Bejayê hat tayînkirin.

Kalinê Berdevk destnîşan kir ku wezîfeya 44 general û amîralan ji bo salekê, ya 320 mîralayî jî ji bo 2 salan hat dirêjkirin.

Kalin diyar kir ku dema wezîfeyê ya Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Hewayê û Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê bi biryara YAŞê ji bo salekê hat dirêjkirin.

Kalinê Berdevkê Serokomariyê got ku ji 30yê tebaxa 2021ê pê va payeya 17 general û amîralan hat bilindkirin, 56 mîralay jî bûn general û amîral.

Li gor daxuyaniya Kalin generalek ji ber hedê emr ji 1ê îlona 2021ê pê va, 29 general û amîral jî ji ber tunebûna kadroyê ji 30yê tebaxê pê va sewqî teqawidbûnê kirin.

Kalin wiha pê da çû: "Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Bejayê ji ber hedê emrê wî hat teqawidkirin, Orgeneral Musa Avseverê Fermandarê Artêşa Yekê wekî Fermandarê Hêzên Bejayê hat tayînkirin. Biryar hat dayîn ku dema wezîfeyê ya Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Hewayê û Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê ji bo salekê were dirêjkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE