Biryarnameya Midûrên Ewlekariyê

Midûrên 49 bajaran hatin guhertin, 17 midûr hatin kişandin navendê....

Biryarnameya Midûrên Ewlekariyê

Biryarnameya Midûrên Ewlekariyê piştî îmze kirina Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan li ser rojnameya fermî hat belavkirin. Li gorî biryarnameyê midûrên ewlekariyê yên 49 bajaran hatin guhertin. 17 midûr jî kişandin navendê.

Biryarnameya Midûrên Ewlekariyê li ser Rojnameya Fermî hat belavkirin. Ji bo alîkariya Midûrê Giştî yê Ewlekariyê jî hin tayîn hatin kirin. Resul Holoğlu, Ahmet Şengün, İbrahim Kulular û Selami Hüner wek alîkarên Midûrê Giştî yê Ewlekariyê hatin tayînkirin.

ALÎKARÊN NÛ YÊN MIDÛRÊ GIŞTÎ YÊ EWLEKARIYÊ

SEROKÊ DAÎREYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SUCÊN ORGANÎZE Û KAÇAXÇÎTIYÊ RESUL HOLOĞLU,

SEROKÊ DAÎREYA XEBATKARAN AHMET ŞENGÜN,

MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ KAYSERİ’YÊ İBRAHİM KULULAR,

1. MUŞAWÎRÊ HIQÛQÊ SELAMİ HÜNER

Piştî biryarnameyê midûrên ewlekariyên yên 49 bajaran guherîn. Mîdûrê Ewlekariya Konyayê Şükrü Yaman bû midûrê nû yê Diyarbekirê, Mîdûrê Ewlekariya Diyarbekirê tacettin Aslan bû midûrê nû yê Bursayê, Mîdûrê Ewlekariya Mardinê Hasan Onar hat şandin Balikesirê, Mîdûrê Ewlekariya Hakkariyê Suvat Dilberoğlu jî bû midûrê nû yê Muğlayê. Mîdûrê Ewlekariyê yê Şernexê Ömer Uslusoy hat şandin Manisayê, Mîdûrê Ewlekariyê yê Muğlayê Hakan Çetinkaya bû midûrê nû yê Mêrdînê, Mîdûrê Ewlekariyê yê Hatayê Kamil Karabörk jî bû midûrê nû yê Kayseriyê.

MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊN 49 BAJARAN HATIN GUHERTIN

ŞÜKRÜ YAMAN – MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ DİYARBAKIRÊ

TACETTİN ASLAN- MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ BURSAYÊ

HASAN ONAR - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ BALIKESİRÊ

S. SUVAT DİLBEROĞLU- MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ MUĞLAYÊ

ÖMER USLUSOY - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ MANİSAYÊ

HAKAN ÇETİNKAYA - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ MARDİNÊ

KAMİL KARABÖRK - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ KAYSERİYÊ

CENGİZ ZEYBEK - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ GAZİANTEPÊ

VEDAT YAVUZ - MIDÛRÊ EWLEKARIYÊ YÊ HATAYÊ

Midûrên ewlekariyê yên 17 bajaran jî hatin kişandin navendê. Di nav wan midûran de yên bajarên wekî Trabzon, Denizli, Elaziğ û Manisayê jî hene.

Adil Karaismailoğlu bû alîkarê nû yê Wezîrê Ragahandinê. Kamuran Yazici wek Midûrê Giştî yê Rêhêsinên Dewletê hat tayînkirin. Egemen Bağiş bû Balyozê Tirkiyê yê Komara Çek.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE