Bûkên Ukraynayî yên Diyarbekirê dixwazin bila şer biqede

Bûkên Ukraynayî yên Diyarbekirê dixwazin bila şer biqede

Alyona Bedrenyuk û Ksenya Kuzu ya bi eslê xwe ji Ukraynayê ne û bûkê Diyarbekiriyan e dixwazin bila şerê li welatê bav û kalên wan demildest biqede.

Bedrenyuka ji bo tetîlê ku çend sal berê çûbû Antalya û li wê derê bi Omer Îleriyê Diyarbekirî ra zewicî 20 sal berê hat û li Diyarbekirê bi cî bû. Niha tevî mêrê xwe û 4 zarokên xwe li bajêr jiyana xwe didomîne lê li aliyekî jî gelek li ber welatê xwe dikeve.

Bedrenyuk bi armanca piştevaniya welatê xwe bike alaya Ukraynayê bi paceya mala xwe va daliqandiye û ji ser têlefonên dîtbarî bi malbat û eqrebayên xwe yên li Ukraynayê ne ra hevdîtinan dike û agahiyan hildidide.

- "Em dixwazin aştî hebe û bila mirov neyên kuştin"

Alyona Bedrenyukê daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku berî şer ew ji heyata xwe razî bû lê niha ji ber şerê li welatê wê xemgîn e û wiha domand: "Welatê min rastî êrîşê hat û meriv li wê derê tên kuştin. Zarok dimirin. Dîmenên ku xizmên min ji wê derê dişînin gelek in. Zarok digirîn, di stargehan da ji bo jiyînê hewl didin. Zarok birçîne. Ez ji ser înternetê mijarê dişopînim. Malbata min li bajarê Mîkolayivê dijî û li bajarên din jî xizmên me hene. Du roj berê eskerên Ûris heta du kuçe piştî mala diya min hatine. Paşê eskerên me rê li wan birîn. Ez rojên ewil gelekî giriyam û niha xew nakeve çavê min. Min çêtir fehm kir ku mirovên me egît û şervan in û bi tenê ji eskeran hêvî nakin û ew jî dadikevin kuçeyan û şer dikin."

Bûka Diyarbekiriyan Alyonayê ragihand ku di rojên ewil ên şer da ji malbata xwe xwest ku bila werin Diyarbekirê cem wan lê wan ev yek qebûl nekirin û gotin ku ew welatê xwe terk nakin û wiha domand: "Ez li ber hemû gelê Ukraynayê dikevim. Dema li dîmenan mêze dikim hêstir ji çavê min da dibarin. Ez naxwazim şer bibe. Bila kes neyê kuştin. Bi tenê ne li ber welatiyên Ukraynayê ez li ber eskerên Ûris jî dikevim. Bila ew jî neyên kuştin. Di nav eskerên Ûris da zarokên 18-19 salî hene bila ew jî nemirin û malbatên wan jî hene."

- "Ez ji Tirkiyeyê ra gelek spas dikim"

Ksenya Kuzuya ku tevlî mêrê xwe Mustafa û sebiyê xwe yê 2 salî li Ukraynayê diman ji ber şer hat mala xezûrê xwe û dema qala tiştên hatine serê wan kir hêstir barand.

Kuzuyê got ku ew 3 sal berê zewicîn û li Donetska bajarê Ukraynayê bi cî bûn û wiha dewam kir: "Mehek berî şer em hatin mala xezûrê min. Ji sala 2014an vir va ev êş hene. Di sala 2018an da zirbavê min di wî şerî da can da. Ez derd û êşên şer zanim û gelek li berê dikevim. Ez li vê derê nikarim alî kesên di nav şer da mane bikim û ji ber vê jî gelek xemgîn im. Lazim e ev şer biqede. Ez ji Tirkiyeyê ra ji ber alîkariyên dide Ukraynayê gelek spas dikim."

Xesiya bûkê Sevtap Kuzuyê jî got ku dema wan dît li Ukraynayê talûkeya şer heye bangî zarokên xwe kirin û wiha domand: "Wan digot ku wê ji nû va vegerin bajarê xwe. Lê niha rewş çi ye û wê çawa bibe ew jî nizanin. Bûka min li nûçeyan mêze dike û pir li berê dikeve."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE