Bîlançoya xwepêşandanên li Sûdanê: 24 mirî, 131 birîndar

Serdozgeriya Sûdanê daxuyand, di xwepêşandanên ku ji 19ê berfanbarê vir va li welêt tên lidarxistin da 24 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn

Bîlançoya xwepêşandanên li Sûdanê: 24 mirî, 131 birîndar

Serdozgeriya Sûdanê daxuyand, di xwepêşandanên ku ji 19ê berfanbarê vir va li welêt tên lidarxistin da 24 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn.

Serdozgerê Sûdanê û Serokê Komîsyona Bilind a Lêkolînkirina Bûyeran Amir Mihemed Îbrahîm li paytext Hartûmê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, di xwepêşandanên ku ji 19ê berfanbarê vir va tên lidarxistin da li eyaleta Gadarîfê 9, li eyaleta Çemê Nîlê 6, li eyaleta Bakur 3, li eyaleta Nîla Spî 3 û li Umdurmana bajarê Hartûmê 3 kes mirin.

Îbrahîm got ku di bûyeran da 131 kes jî birîndar bûn, der heqê mirinan da lêpirsîn didomin.

Li Sûdanê piştî ku hikûmetê bihayê nan zêde kir û şûnda di 19ê berfanbarê da li bajarên Atbera û Port Sûdana li qeraxê Nîlê xwepêşandanan dest pê kiribû, lê di demeke kin da li gelek eyaletan veguherîbûn dijayetiya rejimê.

Li gor hikûmetê di çalakiyan da 19 kes mirin, 406 kes birîndar bûn, mixalif jî îdia dikin ku ev hejmar gelek zêde ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 16:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE