Blinken û Çavuşoglu li ser pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê axivîn

Blinken di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Min îro dîsa bi Wezîrê Karên Derva yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ra der heqê hewildanên me da xeberda ku ji Efxanistanê texliyeyeke ewle û rêkûpêk pêk were. Tirkiye mitefiqekî girîng ê NATOyê ye û em ji bo hevkariya wê minetdar in."

Blinken û Çavuşoglu li ser pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê axivîn

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken bi Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ra li ser pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê û her wiha hevkariya di navbera herdu welatan da axivî.

Blinken di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Min îro dîsa bi Wezîrê Karên Derva yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ra der heqê hewildanên me da xeberda ku ji Efxanistanê texliyeyeke ewle û rêkûpêk pêk were. Tirkiye mitefiqekî girîng ê NATOyê ye û em ji bo hevkariya wê minetdar in."

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da jî wiha hat gotin, "Wezîrê Karên Derva Antony Blinken ji bo texliyekirina bi awayekî ewle û rêkûpêk ya welatî, mitefiq û hevkarên me ji Efxanistanê û her wiha ji bo gotûbêjkirina hewlên me yên ku didomin, bi Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê ra axivî."

Herdu wezîr dîsa 24ê Tebaxê jî li ser pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê bi têlefonê axivîbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE