Bêmalên li Îdlibê çadirên xwe bi hilm û gulma xwe germ dikin

"Em di çadirê da çi qas qerebalix bin, ew qas hev germ dikin. Em bi hilm û gulma hev germ dibin. Em pir dicemidin, hemû nexweş in"

Bêmalên li Îdlibê çadirên xwe bi hilm û gulma xwe germ dikin

Li Sûriyeyê sivîlên ku ji êrîşên rejima Beşşar Esed û piştgirên wê revîn û xwe spartin kampên herêma Îdlibê, ji aliyekê va di şert û mercên dijwar ên zivistanê da dijîn, ji aliyekê va jî xeyala vegera mala xwe dikin. Sivîlên ku bê mal mane, çadirên xwe yên sar bi hilm û gulma xwe germ dikin.

Ji ber ku zivistan pir sar derbas dibe û bi şev germa hewayê dikeve binê sifrê û car caran berf dibare, li Îdlibê jiyana sivîlan dixe tengasiyê.

Nûçegihanên AAyê yên li Îdlibê dîmenên malbatên ku bê mal mane û di çadirên wek kûlik da dimînin û tengasiyê dikşînin, kişandin.

Beriya ku navçeya Kefrenbudeyê ya dikeve bakurê Hamayê têkeve destê rejima Esed, Zehra Şêx li wir dijiya û piştî êrîşan Zehra Şêx mecbûr ma, mala xwe terk kir û bi malbata xwe ra koçî kampa Karamayê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê kir. 

 "Ji bo ku xwe germ bikin em kincên xwe dişewitînin"

Şêxê got ku hewa pir sar e û hemû ferdên malbatê jî nexweş in û wiha dewam kir: "Sar e, pir sar e. Em 5 kes dikevin binê lihêfekê. Sermayê em kuştin. Êzing û tiştekî ku em bişewitînin û xwe li ber germ bikin nema, em tînin kincên xwe germ dikin."

Şêxê diyar kir, wan malbateke ku koç kirine jî hildan cem xwe û wiha dewam kir, "Em di çadirê da çi qas qerebalix bin, ew qas hev germ dikin. Em bi hilm û gulma hev germ dibin. Em pir dicemidin, hemû nexweş in. Berf dibare, di nav çend rojan da berf wê zêdetir bibare. Ji bo ku germkirinê şewat lazim e. Heke em vegerin gundê xwe, em dikarin li ser xaliyê bimînin. Hema tenê vegerin gundê xwe bes e."

 "Herkes tengasiyê dikşîne"

Ahmet Cumayê şêniyê kampê jî got ku meriv wê di vê sir û sermayê da nizanin bê ka wê çi bikin û wiha dewam kir, "Rewşa merivan pir xerab e. Bi taybetî her kes di vê sermayê da nexweş ket. Koçên nû hene. Dengê bombebarandinan heta van deran tê. Her kes tengasiyê dikşîne."

Cuma diyar kir ku berf tê payîn û wiha dewam kir: "Pêdiviya herî mezin a van însanan starbûn e. Germa hewayê di binê sifrê dora 7-8 pileyan e. Wê zêdetir bikeve. Li vê derê her kes li gor derfetên xwe xwe germ dike. Vêga her kes kincên xwe dişewitînin, ji ber ku zêde tê şewitandin, kincên kevin jî biha bûn. Hinek lastîkên wesayîtan jê dikin û agir berdidinê."

Cuma diyar kir, ew dixwazin ev rojên teng zû derbas bibin û dixwazin ku vegerin malên xwe.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE