Bênavber 18 salên ku li Meclisê derbas bûn

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Meclisa ku bi hilbijartinên 3yê Mijdara 2002yan va ketê, 18emîn sala xwe temam kir

Bênavber 18 salên ku li Meclisê derbas bûn

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li Meclisa ku bi hilbijartinên 3yê Mijdara 2002yan va ketê, 18emîn sala xwe temam kir. Deniz Baykal, Engin Altay, Akif Hamzaçebi û Haluk Koç jî mîna Kiliçdaroglu ev 6 serdem in li Meclisê bênavber peywirê werdigirin.

Kiliçdaroglu cara ewil bi hilbijartinên 3yê Mijdara 2002yan va ket Meclisê. Kiliçdarogluyê ku bi Serdema 22yemîn va dest bi serhatiya xwe ya Meclisê kir, di serdemên 23, 24, 25, 26 û 27emîn da jî dewam kir.

Kiliçdarogluyê ku di serdemên 22, 23 û 24emîn da ji Stenbolê, di yên 25, 26 û 27emîn da jî ji Îzmirê, nûnertiya CHPyê li Meclisê kir, endametiya Komîsyona Plan û Budceyê ya Meclisê kir û herwiha peywira Wekîltiya Cîgirê Serokê CHPyê anî cih. Kiliçdaroglu herwiha ji 22yê Gulana 2010an vir va jî Serokatiya Giştî ya CHPyê dike.

Herwiha ji CHPyê çar parlamenterên din jî hene ku ev 6 serdem in bênavber li Meclisê ne.

Parlamenterên CHPyê ji Stenbolê Engin Altay û Akif Hamzaçebi û herwiha Parlamenterê CHPyê ji Enqereyê Haluk Koç û Parlamenterê CHPyê ji Antalyayê Deniz Baykal jî di serdemên 22, 23, 24, 25, 26 û 27emîn da li Meclisê peywir hildan ser milê xwe.

Baykal ji Antalyayê, Altay ji Sînop û Stenbolê, Hamzaçebi ji Trabzon û Stenbolê, Koç jî ji Samsun û Enqereyê wekî parlamenter hatin hilbijartin û ketin Meclisê.

AK Partî ji ber ku rêza sê serdeman disepîne, parlamenterek nikare li ser hev 4 caran were hilbijartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE