Li Îzmirê kamyona ku penaber têdebûn qeza kir. di qezayê de 22 koçberan can da. derbarê qezayê de lêpirsîn dest pê kir. 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Li Menderesa İzmirê derbarê qezayê de bi ser kesên ku qeçaxtiya penaberan dikin operasyon hat kirin.
Di operasyonê de 3 ji wan Sûriyî 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Bersûc sewqî Midûriyeta Ewlekariyê ya İzmirê hatin kirin.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya operasyonê de hin gumanbarên din jî bên binçavkirin.
Her wiha dîmenên derbasbû ji gişeyan a kamyona ku qeza kir jî derketin.
Ji dîmenan diyar bû ku kamypon gelek bi lez dihat ajotin.