Bombeya ku Nupelda û Ayaz kuştin ya terorîstan e

Piştî lêkolînên ku li Enqere û Wanê di laboratubarên krîmînal da hatin kirin, hat tesbîtkirin, bombeya ku li Ovacixê li çolê hatibû çalkirin û bû sedema mirina Nupeldaya 4 salî û birayê wê Ayaz Gulogluyê 8 salî teqemeniya destçêkirî ye

Bombeya ku Nupelda û Ayaz kuştin ya terorîstan e

Hat tesbîtkirin û piştrastkirin, bombeya ku li Ovacixê li çolê hatibû çalkirin û bû sedema mirina Nupeldaya 4 salî û birayê wê Ayaz Gulogluyê 8 salî bi destê terorîstan hatiye çalkirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê ya li ser mirina Nupelda û birayê wê Ayaz Guloglu ku 15ê tîrmehê li navçeya Ovacixê li goma Çakilyayla ya gundê Bilgeçê ji ber teqîna teqemeniya destçêkirî ya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê hatibû çalkirin jiyana xwe ji dest dabûn, dewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo ronkirina bûyerê bi destê peywirdarên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ji qada teqînê û ji kincên herdu xwîşk û bira nimûne hatin wergirtin.

Nimûneyên berhevkirî li laboratuvarên Krîmînal ên Cendirmeyê yên li Wan û Enqereyê hatin lêkolînkirin.

Di encamê da şopên TNT, RDX û amonyum nîtrat ku bi destê rêxistina terorê di çêkirina teqemeniya destçêkirî da tên emilandin, hatin dîtin.

Bi vî awayî di encama lêkolîna krîmînal a hêzên ewlekariyê da hat tesbîtkirin û piştrastkirin, bombeya ku di êrîşê da hat emilandin bi destê terorîstan hatiye çalkirin.

Li navçeya Ovacikê li goma Çakilyayla ya gundê Bilgeçê di 15ê Tîrmeha 2019an da ji ber teqîna teqemeniya destçêkirî ya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê hatibû çalkirin, Nupalda û birayê wê Ayaz Guloglu giran birîndar bûbûn. Birîndar bi helîkoptera eskerî rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê lêbelê li vê derê ligel hemû midaxeleyan xwîşk û bira xilas nebûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE