Boriyên gaza siruştî tên danîn

Tê plankirin ku heta salekê xebat bên qedandin û gaz were dayîn navçeyê 

Boriyên gaza siruştî tên danîn

Li Gevera Colemêrgê, xebatên danîna boriyên gaza siruştî dewam dikin. tê plankirin ku heta dawiya sala 2023an xebat biqedin û gaz were dayîn navçeyê. 

Li Colemêrgê xebatên binesaziyê dewam dikin. Heta niha xetên kanalîzasyonê hatin çêkirin, riyên nû hatin vekirin. 

Ji bo ku gaza siruştî bigihîje Gevera Colemêrgê xebat hatin destpêkirin.  

Waliyê Colemêrgê İdris Akbıyık behsa projeyên şaredariyê kir û got: Em ê di nav demeke kurt de gaza siruştî bînin Geverê. 

Akbıyık: di sala 2019an de li colemêrgê bikaranîna gaza siruştî dest pê kir. em ê li geverê jî van xizmetan bidin. li navenda bajêr çi xizmet tê dayîn, em ê bînin geverê jî. 

Piştî ku bi BOTAŞê re peyman hat îmzekirin, fîrmayan dest bi danîna boriyên gaza siruştî kirin. 

Tê plankirin ku heta dawiya sala 2023an xebat bên qedandin û gaza siruştî were dayîn navçeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE