Bozkir bo 75.Serokatiya Lijneya Giştî ya NYyê hat hilbijartin

Namzedê Tirkiyeyê Serokê Komîsyona Karên Derva ya Meclisê Balyoz Volkan Bozkir ê Sermizakerevan û Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) bo Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat hilbijartin.

Di hilbijartina li Lijneya Giştî ya NYyê da ji ber Kovîd-19ê nûnerên welatên endam, di saeta ku ji bo wan hatibû terxankirin da yek bi yek derbasî salonê bûn û dengê xwe dan. Dengdayînê bi dema herêmê di saet 09.00an da dest pê kir û di saet 13.00an da jî bi dawî bû.

Li Lijneya Giştî ya NYyê ku nûnerên 193 welatan heye, 192 welatan deng da. 

Bozkirê ku bo Serokatiya Lijneya Giştî ya NYyê yekane namzed hat nîşandan, piştevaniya 178 welatî wergirt û peywira serokatiya serdema 75emîn a Lijneya Giştî ya NYyê ket ser milê wî.

3 deng şewitî hatin hesibandin, 11 welatan jî dengê ez xwe didim alî da.

Bozkir bû ew kesê ewil ku bo Serokatiya Lijneya Giştî ya NYyê hat hilbijartin.

Bozkir herwiha dê 15ê îlonê peywirê werbigire û heta îlona 2021an bidomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE