Bîranîna şehîdên Mavi Marmarayê

10 kesên ku di bûyera Mavi Marmarayê de şehîd ketibûn hatin bibîranîn

Bîranîna şehîdên Mavi Marmarayê

Weqfa Alîkariya Mirovî IHHyê ji bo şehîdên mavi marmarayê û doza azadiya qudsê bernameyek li dar xist. Di bernameyê de kuştina 10 welatiyên sivîl hat bibîranîn û ji bo quds ji dagirkirina israîlê azad bibe bangî civaka navneteweyî hat kirin.

Beriya 10 salan bi keştiyê ji bo destê xwe bigihînine xelkê Filistînî bi rê ketin.

Lê ji ber erîşên leşkerên İsrailê 10 ji wan şehid ketin.

Di salvegera bûyera Mavî Marmarayê de şehidên wê rojê bi bernameyekê hatin bibîranin.

Serokê Komeleya Mavi Marmarayê İsmail Yılmaz: Rewşa Filistînê ji wê rojê heta niha neguherî ye û em karin bejin roj bi roj xiraptir bûye. Dorpêçkirina Xezzeyê di sala 12mîn de ye, êdî tu kes nikare li ser piyan bimîne. Bêkarî ji sedî 80yî derbas kiriye. Hêj li wirê ilacên piçûk jî peyda nabin. İnsanên li wir ji mafên xwe yên sereke bêpar in”

Bernameya bîranînê bi xwendina Quranê dest pê kir, bi diayan dewam kir.

Şahidên wê rojê, nas û xizmên şehîdan jî hatibûn bernameyê.

Gaziyê Keştiya Mavi Marmarayê Şakir Yıldırım :“Ez ji bo alîkariya însanî çûbûm Xezzeyê. Beriya şer bû, dema kuştina 1400 kesî ez çûbûm û min dîtibû. Ji loma ez dibin tesîra kuştina wan de mam. Min xwest ez alîkariya wan bikim. Min pere berhev kir û bi wî pereyî min çimento kirî û ez bi rê ketim. Dema ez çûm wir em hatin şelandin”

Di bernemayê de ji bo ber dagirkirina Qudsê were girtin bang li civaka navneteweyî hat kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE