Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê qada avî ya Gola Arînê ku li ser xwe tevlî çûkan gelek nebat û rewilan dihewîne ji ber guherîna avhewa û bîrên di hewzeyê da tên vekirin ber bi talûkeyê va diçe. Lewra ava golê ji ber nezanî û xelet avdanê her diçe kêm dibe.
Gola Arînê ya ava wê şor e û li berpalê Çiyayê Sîpanê ye li herêmê ji deverên avî yek e û nêzî Gola Wanê ye jî.
Qada gol lê ye ji 13 hezar kîlometreqereyî pêk tê û ava di golê da ji ber bîrên li der û dorê tên vekirin her diçe kêm dibe.
Bîrên awayek nezanî tên vekirin û pê zevî tên avdan dibin sedema kêmbûna avê û ev kêmasî gorî salên borî êdî bi çavan jî tê dîtin.
Rektorê Zanîngeha Bidlîs Erenê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş ku pisporiya wî erdnîgariye daxuyanî da û got ku di salên borî da li hewzeya Gola Wanê hişkayiyeke mezin ya bi çavan tê dîtin heye.
Elmastaş bal kişand ser rewşa Gola Arînê ya li Adilcewazê ye û got: Piraniya ava wê vekişiyaye. Gol bi avên ji der û dorê bi helîna berfê û barîna baranê va tijî dibin. Ji ber dibe hilmûgulm ava di golê da kêm bû. Ji sedemên kêmbûnê yek jî avdana zeviyan e ku bi nezanî tê kirin. Bîr tên vekirin û di xebateke çend sal berê da me tespît kir ku li Xelatê nêzî 600 bîr di nav zeviyan da hatine vekirin. Ji ber vê jî ava golê pir kêm bû û ji ber ku ji bîran av tê kişandin ev jî tesîreke neyînî li ser golê dike."AA