Bêrîvaniya li zozanan: "Salên berê zehmettir bû"

Bêrîvanên jin heta ciyê ku wesayît diçe, bi wesayîtan diçin û rêya mayî jî peyatî diçin. Bêrîvan dema digihîjin ciyê bira pez lê ye, pez didoşin.

Bêrîvaniya li zozanan:  "Salên berê zehmettir bû"

 Li Hakkariyê bêrîvan pez didoşin û ji şîr berhemên wekî penêr, rûnê nivîşk, mast digirin.

Bêrîvanên xelkê gundê Olgunlarê yê li rexê Ava Zapê ya 35 kîlometre dûrî navenda bajêr, sibehê zû şixulê malê diqedînin, zarokan dişînin dibistanê û paşê berê xwe didin zozanan.

Bêrîvanên jin heta ciyê ku wesayît diçe, bi wesayîtan diçin û rêya mayî jî peyatî diçin. Bêrîvan dema digihîjin ciyê bira pez lê ye, pez didoşin.

Jinên zehmetkêş rojê du danan derdikevin serê çiyayên bilind, pez didoşin da ku di debara malê da keda wan jî çêbe.

Ji bêrîvanan Jiyan Berkê diyar kir, hemû şêniyên gund debara xwe bi heywandarî û çotkariyê dikin.

Berkê bal kişand ku li deverên çolterê jin piraniya şixulan dikin û wiha dewam kir:

"Em sibehê zû radibin karê malê dikin, pey ra jî em tên heywanan didoşin. Em rojê du danan vê rêya dijwar tên da ku heywanan bidoşin. Em ji şîr, penêr û mast digirin. Em beşeke berhemên xwe difiroşin, beşekê jê jî em bi xwe dixwin."

Medîne Berka diya pênc zarokan jî wiha xeberda, "Em ji serê sibehê heya êvarê pê nadin ber pê û dixebitin. Karê zeviyê, karê malê, nanpehtin, xwarinçêkirin, cilşûştin, pêdiviyên zarokan û di ser da jî pezdotin, karê me zehf e û xilas nabe. Li vir bar û giraniya jiyanê li ser milê me jinan e."

Menîce Berka diya şeş zarokan jî wiha got, "Jiyana me bi miqatebûna heywanan ra derbas dibe. Em berê vê rêyê hemû peyatî dihatin. Qet nebe niha em heta ciyekê bi wesayîtê tên. Salên berê zehmettir bû, niha qet nebe hinekî çêtir e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE