Budceya Sala 2020an li Komisyona Plan Budceyê

Wezîrê Berevaniyê Akar di bersiva pirsa "Gelo encamên herekatan gihiştin kuderê" de wiha got, "Di encama herekatên ku me li darxistin de, xeyala pêkanîna korîdora terorê, dewleta terorê qediya

Budceya Sala 2020an li Komisyona Plan Budceyê

 Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar got, "Heta nuha 20 hezar û 725 berpirsyarê eskerîkirinê ji bo eskeriya biberdêl serîlêdaye, derdora 688 milyon berdêl hatiye tahsîlkirin. Heta 31ê Sermawezê dê wergirtina serîlêdanê bidome, piştî meha rêbendana 2020an dê yeke, celb û sewqa mesûlên eskeriyê bên eşkerekirin."

Akar li Komisyona Plan Budceyê ya TBMMê piştî ku wezaretê pêşkêşa budceya sala 2020an kir bersiva pirsên parlementeran da.

Wezîrê Berevaniyê Akar di bersiva pirsa "Gelo encamên herekatan gihiştin kuderê" de wiha got, "Di encama herekatên ku me li darxistin de, xeyala pêkanîna korîdora terorê, dewleta terorê qediya

Akar derbarê pergala nû ya eskeriyê de wiha axivî:

"Di halê hazir de 231 hezar û 921 mesûl esker in. Bi kêmbûna maweya eskerî bo 6 mehan, dê lawaziyek neyê meydanê."

Ji bo Sepana kirîna eskeriyê Akar got, "Heta nuha 20 hezar û 725 berpirsyarê eskerîkirinê ji bo eskeriya biberdêl serîlêdaye, derdora 688 milyon berdêl hatiye tahsîlkirin. Heta 31ê Sermawezê dê wergirtina serîlêdanê bidome, piştî meha rêbendana 2020an dê yeke, celb û sewqa mesûlên eskeriyê bên eşkerekirin."

Wezîr Akar di bersiva pirsa derheqê reda wijdanî de bal kişand ser qanûnên heyî û wiha pê de çû:

"Hukmeke derbarê têgeha reda wijdanî de di nava qanûnên me de tune ye, herwiha derbarê mijarê de jî ti xebatek tune ye. Di çarçoveya reda wijdanî de li welatê me yê xwedî 83 milyon nufûs, sala 2017an 28 kesan, 2018an 23 kesan û ji seranserê 2019an jî 18 kesan serlêdan kiriye."

Akar herwiha got, "Dê S-400 bixebite. Nuha personelên artêşê tên perwerdekirin. Dema ew qediya em çi plan dikin, emê wê bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE