Burs û krediya xwendekarên ku wê cara ewil hildin wê bên dayîn

Burs û krediya xwendekarên ku wê cara ewil hildin wê bên dayîn

Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu daxuyand 680 milyon û 603 hezar û 508 lireyê wê wek burs-kredî ji bo 398 hezar û 173 xwendekarên cara ewil bê belavkirin wê îşev bê dayîn.

Wezîr Kasapoglu daxuyand burs û krediya xwendekarên perwerdeya bilind dibînin û ji bo heyama perwerdeyê ya 2020-2021ê serî lê dabûn û serlêdanên wan hatibûn qebûlkirin wê îşev ji meha cotmehê pê va wek burs û krediya 3 mehan li ser hesabê wan bê razandin.

Kasapoglu got ji bo 398 hezar û 173 xwendekarên cara ewil burs û krediyê wê hildin 680 milyon û 603 hezar û 508 lire wê bê belavkirin û wiha dewam kir: "Yên hejmara wan a dawîn ya nasnameya TCyê "0" e di 28ê çileya pêşîn da, yên "2" ne di 29ê çileya pêşîn da, yên "6 û 8" in jî wê di 31ê çileya pêşîn da pereyên xwe hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE