Bûyerên li Sûdanê: 35 xwepêşandêr hatin kuştin

Li Xartûmê di midaxeleya yekîneyên artêşê da herî kêm 35 xwepêşandêr hatin kuştin

Bûyerên li Sûdanê: 35 xwepêşandêr hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Xartûmê di midaxeleya yekîneyên artêşê da herî kêm 35 xwepêşandêr hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Komîteya Doxtoran a Sûdanê, Konseya Eskerî li Xartûmê ber biryargeha giştî herî kêm 35 kes kuştin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da bi sedan kes birîndar bûn, rewşa gelekan ne baş e.

Li gor daxuyaniyê ji ber ku milîsên çekdar nexweşxane dorpêç kirine, êrîşî doxtoran dikin û wan digrin, loma hejmara miriyan teqez nîne û li gor gotinên xwepêşandêran milîsên Cancawîdê gelek cesedên li meydana ku xwepêşandan lê hat kirin, hildan û avêtin Çemê Nîlê. 

Komîteyê di daxuyaniya xwe da sersaxî da malbatên kuştiyan.

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE