Çalakiya danasîna berhemên herêmî

Li Mardinê berhemên sirûştî û xwarinên malê hatin pêşandan

Çalakiya danasîna berhemên herêmî

Li Mardinê çalakiya danasîna berhemên herêmî hat lidarxistin. Di pêşandanê de xwarinên malê, berhemên sirûştî û gelek tiştên cur bi cur cih girtin

Ji bo danasîn, pêşxistin û parastina berhemên herêmî, li Mêrdînê çalakiya berhemên herêmî hat lidarxistin.

Ji aliyê Mudûrîtiya Daristan û Cotkariya bajêr ve li parkê çalakiya danasînê hat lidarxistin.

Li ser standan hingiv û dimsa gûnd, sabun, nuqul, qehwe û xwarinên herêmî û malê jî hatin pêşandan.

Wekî din berhemên destkarî yên zîv û kevirî yên çanda Mêrdînê jî li standan cih girtin.

Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş jî li çalakiyê geriya û standên navçeyan yek bi yek ziyaret kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE