Çalakiya iı dijî kişandina cixareyê

Ji bo balê bikşînin ser zirarên cixarê tabût rakirin

Çalakiya iı dijî kişandina cixareyê

Li Rihayê çalakiyeke balkêş hebû. Ciwanên Hîva Kesk, di çarçoveya roja berdana cixarê de merasîma cinazeyê li dar xistin. Pişt re derketin kolanan û li dıjî cixarê dirûşm hildan.

Tabûtek û li ser jî cixareyeke mezin… Çelengeke ku li ser “Çixare dikuje” hatiye nivîsîn…

Ciwanên Hîva Keska Rihayê, ji bo roja devjêberdana cixarê çalakiyeke balkêş li dar xist.

Pêşî nimêja cinazeyê ya temsîlî kirin.

Piştre tabût rakirin ser milan û ji hewşa mizgeftê derketin kolanan. Gotin: “Ji bo nexweş nekevin dev ji cixarê berdin”

Wekî din broşûr jî li welatiyan belav kirin da ku zirarên cixarê baştir hîn bibin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE