Klûba jokeyan a Tirkiyê ji bo 20ê hezîranê roja penaberan a cîhanê, li kampa nizîba entabê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de zarokên sûriyeyî li hespan siwar bûn û wan bi têra dilê xwe lîst...
Zarokên Sûriyeyî li hespan siwar bûn…
Wan bi maskotan re lîst…
Klûba Jokeyan a Tirkiyeyê li Kampa Mihaciran a Nizîba Entabê ji bo 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê çalakiyek li dar xist.
“Li welatê me nêzî 4 milyon penaberên Sûriyeyî hene. Me jî xwest ku êşa zarokên penaber piçekê bidin jibîrkirin. Me got bila îro li gorî dilê xwe bilîzin û kêfê bikin.”
Hin zarok li hespan siwar bûn, hinek li ber mûzîkê reqisîn, hinekan jî rûyê xwe boyax kir.
Kluba Jokeyan bi vî awayî zarok kêfxweş kirin.