Çalakiya malbatên Wanî ji bo zarokên xwe li pêşiya HDPyê dikin dewam dike

Çalakiya malbatên Wanî ji bo zarokên xwe li pêşiya HDPyê dikin dewam dike

Li Wanê malbatên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin çalakiya li pêşiya avahiya partiyê didomînin.

32 malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn pankartên wekî "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin", "Zarokên me yê nebin piyonê tu kesî", "Dayikên Wanî di nobeta ewladan da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin" dan destê xwe.

Malbatan bi dûrişmeyên dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê va dest bi meşê kirin, bertek nîşanî alîgirên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

- "Dayikê HDP û PKKyê xilas bikin"

Salîha Merta PKKya rêxistina terorê 7 sal berê kurê wê revand daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi salan e li bendê ye ku bigihîje ewladê xwe û wiha axivî: "Bi îzna Xwedê dayikê PKK û HDPyê xilas bikin. Zarokên çawa hildan ew ê wisa bidin. Ewladê bi hezaran dayikên wekî min hildan birin. Tu zarokek ciyekî wisa tercih nake. Lenet li wan were."

Nazli Sancara dayika Şeyma Sancara bi destê PKKyar rêxistina terorê hat revandin jî got her ku diçe hejmara malbatan zêde dibe.

Sancarê got HDP û PKKyê gelek dayik mexdûr kirin û wiha pê da çû:

"Hetanî ewladên xwe hildim em ê çalakiyê bidomînin. Înşellah em ê zarokên xwe ji destê terorê xilas bikin. Em ê tu carî paşva nekişin. Ez bangî hemû dayikan dikim, werin ji bo zarokên xwe deng derxin. Bira êdî her kes hişyar be, netirse. Em ewladên xwe yên heqê xwe paşda bistînin."

Malbatan qasî demekê li pêşiya serokatiya bajêr çalakiya rûniştinê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE