Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê: 5 malbatên din jî beşdar bûn

Pênc malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê: 5 malbatên din jî beşdar bûn

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiyê didomînin ku 5 malbatên din jî beşdarî çalakiyê bûn.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 940emîn da dewam dike.

Sadrettîn Yardimciyê ji bo kurê xwe Seyîdhanê di 23 saliya wî da revandine çiyê ji Manîsayê hatiye, Kudret Aslanê ji bo kurê xwe Omurê ku di 2013yan da ew 16 salî bûye revandine çiyê, Veysî Doganê ji bo xwîşka xwe Gulserena di 1993yan da dema ew 15 salî bûye hatiye revandin, Vahdettîn Şenolê ji bo birayê xwe Yasînê di 1993yan da dema ew 20 salî bûye hatiye revandin, H.A. jî ji bo birayê xwe G.Ayê di 22 saliya wî da hatiye revandin beşdarî çalakiyê bûn.

Malbatan bi pankartan pêşwaziya malbatên nû beşdarî çalakiyê bûne kirin û dirûşmeya "PKK bila qehr be, HDPya hevkar" berz kirin.

Vahdettîn Şenolê li ser navê malbatan daxuyanî da spasiya dayikên Diyarbekirê kir.

Şenol got çalakiya malbatan wêrekî daye wan û wiha axivî: "Ez ji bo birayê xwe hatim vir. Ez spasiya hemû malbatan û dayikan dikim. Li vir sekinîn û rê nîşanî me dan. PKKyê birayê min bir. Min heta niha tu xeber jê hilneda. Ez dibêjim bila PKK qehr be. Bila alîgirên wê jî qehr bin. Ez ê ji bo birayê xwe heta dawiyê çalakiyê bidomînin."

Şenol bangî zarokan kir ku bila ji rêxistinê birevin û teslîmî hêzên ewlehiyê bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE