Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê dewam dike

Ji dayikan Songul Altintaş: "190 sal jî dewam bike ez dev ji çalakiya xwe bernadim. Ji dayikan Sevdet Demir: "Heqê min e ku ez kurê xwe bixwazim, ez jê pir hez dikim. Ji ewladên me çi xwestin?"

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê dewam dike

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihîjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê nobeta li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin kete roja 190î.

Ji dayikan Songul Altintaş a ku ev 190 roje bo ewladê xwe yê ku PKKya rêxistina terorê ew derxistiye serê çiyê di çalakiya rûniştinê da cih digire got: "190 sal jî derbas bibe ez ê dev ji vê çalakiya xwe bernedim. Ez ê ji pêşiya HDPê neçim û heta ewladê xwe hilnedim naçim. Kurê min ê bi xapandin revandin serê çiyê ewilî çû HDPê û paşê jî derxistin serê çiyê. Em hînbûn ku PKKyiyê ku kurê min xapandiye hatiye girtin."

Ji dayikan Sevdet Demirê jî destnîşan kir ku ew 5 sale kurê xwe Fatîh nab,ne û ji bo wî tevlî çalakiyê bû.

Demirê destnîşan kir ku ev 5 salin ne dneg û ne jî xeberek ji ewladê xwe hildaye û wiha pê da çû: "Nizanim kurê min di çi halî da ye. Ez ji kurê xwe pir hez dikim. Wan çi ji ewladên me xwestin? Li me dinêrin û dikenin. Me nakin şûna mirovan. Em bi tenê ewladên xwe dixwazin, bila ewladên me bidin me."

Heta niha 13 malbat gihîştin ewladên xwe û Demirê got ku hêviya wan ewe malbatên mayî jî bigihîjin mirazê xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE