Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dewam dike

Çalakiya dayikên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarokên xwe li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dewam dike

Çalakiya dayikên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Hacîre Akara ku ji bo kurê xwe Mehmet Akarê revandine serê çiyê bi îdiaya ku berpirsê rewşê HDP ye di 22yê Tebaxê da li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin.

Dayika ku nexwest kurê xwe bike qurbana terorê û çalakiya xwe domand jî di 24ê Tebaxê da gihîşt mirazê xwe û kurê xwe dît.

Ev çalakiya Akarê ji bo dayikên din ên ku xwedî heman derd û keserê ne û naxwazin zarokên wan bibin qurbana terorê bû mînak.

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê jî tevgera Akarê ji xwe ra mînak hildan û di 3ê Îlonê da li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Bi beşdarbûna malbatên nû jimara malbatan derket 55an.

Ji roja destpêkê vir va serdan û piştevaniya bo malbatên çalakiya xwe didomînin, dewam dike.

Hatîce Leventa dayik got ku Fadîmeya keçika wê 4 sal berê di 18 saliya xwe da revandin û birin serê çiyê. Dayik Leventê got ku ew lenet li PKKya rêxistina terorê be û wiha axivî:

"Keçika min heke tu me guhdar dikî wê çekê dayne û bila di destê te da qelem hebe. Em li hêviya vegera wê ne. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Bila hemû dayik bên vê derê û piştgiriyê bidin me. Berf jî bibare em ji vir naçin. Bila ew zarokên xwe bişînin çiya. Heta zarokên me venegerin em ji vir naçin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE