Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ket sala xwe ya 3yemîn

Ji çar aliyê welêt malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji nav lepên terorê xelas bikin beşdarî vê çalakiyê bûn, hejmara wan her ku çû zêde bû û gihîşt 234an.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ket sala xwe ya 3yemîn

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin dikeve sala xwe ya 3yemîn.

Hacîre Akara dayik piştî îdia kir ku HDPyiyan kurê wê revandine serê çiyê, di 22yê Tebaxa 2019an da li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Akara dayik ji bo ku kurê xwe neke qurbanê terorê têkoşîneke bibiryar da destpêkirin û di 24ê Tebaxa 2019an da gihîşt ewladê xwe.

Hewildana ku Hacîre Akarê seba kurê xwe da ji bo malbatên din ên heman êşê dijîn bû mînak. Li ser vê hin dayikên din jî li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê di 3yê Îlona 2019an da çalakiyê rûniştinê dan destpêkirin.

Ji çar aliyê welêt malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji nav lepên terorê xelas bikin beşdarî vê çalakiyê bûn, hejmara wan her ku çû zêde bû û gihîşt 234an.

Dayik û bav ên dixwazin bigîhêjin ewladên xwe negotin zivistan û havîn, negotin şewba koronayê û bê navber çalakiya xwe domandin. Ji wan malbatan 32 malbat gihîştin ewladên xwe.

Dema zarokên guh dan banga malbatên xwe ya dibêjin "werin teslîm bin" û ji çiyê vegeriyan kêfxweşiyek mezin di nav malbatan da çêbû û çalakiya wan hê bêtir bibiryarî dewam kir. Dema yek ji nav lepên terorê xelas bû û hat malbat wek ku ewladê wan hatiye şa bûn, lê ji aliyê din jî ji ber ku hê zarokên wan venegeriyan jî xemgîn bûn û rondik rijandin.

Ji ber vê çalakiya dayikan HDPyê demekê kepengên avahiyê girt, hin xebat û çalakiyên xwe li avahiyên din ên li navçeyan da meşandin.

PKKya rêxistina terorê jî ji bo ku dayik dev ji vê çalakiyê berdin hewleke mezin da, gef li wan xwar û di hevpeyvînên ku di weşanên rêxistinê da tên weşandin da gotin bila ew vê çalakiyê dawî bikin.

Yên ji rêxistinê reviyan û teslîmî malbatên xwe bûn gotin bi zora çek û zextê wan metin xwendiye.

Li hemberî hemû van bûyeran malbatan dev ji çalakiyê berneda.

Çalakiya dayikan sînor derbas kirin

Dayikên Diyarbekirê bangî hemû dayikên ku zarokên wan ketine destê rêxistina terorê kir û banga wan li çar aliyê Tirkiyeyê û li Berlîna paytextê Almanyayê deng veda.

Nîlufer Tya ku li Berlînê dijiya, ji aliyê alîgirên PKKya rêxistina terorê va hat revandin. Maîde Tya diya wê ji 12ê mijdara 2019an vir va tu xeber ji keça xwe hilnedaye û ji bo ku keça xwe bibîne di 29ê sibata 2020î da li pêşiya komeleyeke piştgirê rêxistina terorê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Maîde Tya dayik paşê ji ber xemsariya rayedarên Alman, çalakiya xwe li pêşiya avahiya Serowezîriyê domand.

Bangewaziya "ez ewladê xwe dixwazim" li nav welêt jî deng veda û ji Îzmir, Wan, Hekarî, Şirnex û Mûşê jî deng bilind bûn.

Bi saya xebatên qanîkirinê ji rêxistinê direvin

Hêzên ewlehiyê bi operasyonên serkeftî yên ku li nav welêt û derveyî welêt dikin va derbeyên giran li rêxistina terorê didin, ji bo zarok û ciwanên ku hatine revandin an bi xapandin derxistine serê çiyê jî xebatên qanîkirinê dimeşînin. Zarok û ciwanên ku nobeta ewledan a li Diyarbekirê dibînin, ji PKKya rêxistina terorê direvin.

Ji hemû girseyên civakê piştgirî

Hemû Tirkiyeyê dengê dayikên ku rêxistina terorê zarokên wan revandine û dixwazin bigihêjin zarokên xwe, bihîst.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wezîran malbat di çadira ku çalakiyê tê da dikin da ziyaret kirin û peyama ku ew heya dawiyê ligel malbatan in, dan.

Siyasetmedar, hunermend, rojnameger, nivîskar, werzişvan, nûnerên saziyên vicaka sivîl, rîspî, mela, malbatên şehîdan, xazî, esnaf, mixtar, mamoste û kesên ku li xurbetê ne û ji her girseyên civakê bi hezaran kesan dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin.

Ji Ewropayê piştgirî

Endamê Parlamentoya Ewropayê Tomas Zdechovsky, Jakob Wienen û Yoomi Renstromê hevraportorên Tirkiyeyê yê Komîsyona Kontrolê ya Kongreya Rêvebirên Xwecî û Herêmî ya Ewropayê, Balyozê Enqereyê yê Ukraynayê Andrii Sybiha, Balyozê Enqereyê yê Îngiltereyê Dominick John Chilcott û Balyozê Enqereyê yê Hindistanê Sanjay Bhattacharyya jî tê da, heyeta ku ji balyozên 9 welatan pêk tê û kesên li Almanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Îsvîçre û Avusturyayê li xurbetê ne, bi dayikan ra hevdîtin kir.

"Çalakî ji bo me hêvî ye"

Salîha Edîzera dayik a ji bo Yakupê kurê xwe yê di sala 2015an da dem 14 salî bû revandin çiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hesreta ewladan cîgera wan dax dike.

Edîzerê got hesreta ewladan zor û wiha axivî: "Çalakî ji bo me hêvî ye. Xwedê ji Hacîreya dayik razî be. Hacîreya dayik hat vê derê û her kesî ji wê piştgirî dît."

Edîzerê got bi tanê zarên xwe dixwazin û wiha pê da çû: "Cîgera dayikan dişewite. Êdî bes e, bira ewladên me bidin. Di dewsa qelemê da sîlah dane destê wan. Sîlah ji wan mezintir e. Zarekî 14 salî ma dikare çi bike? Min ewladê xwe ji bo wan neanî dinyayê. Bêyî ewladê min dem derbas nabe."

Hetanî bigihîjin zarên xwe ew ê çalakiyê bidomînin

Solmaz Ogrunça ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê çalakiyê didomîne îdia kir ku kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandin çiyê.

Ogrunçê got bêyî zarokên wê roj derbas nabin, dayikê hetanî ewladên xwe hildin çalakiyê bidomînin.

Nazîme Toptaşa ji bo Dogan Aliyê kurê xwe yê 5 sal berê li Stenbolê revandin çiyê ji Sarîqamîşa navçeya Qersê hat û çalakiyê dike jî got cigara wan bi hesreta ewladan dax dibe.

Toptaşê wiha got: "Dogan Alî derkeve were, min gelekî bîriya te kiriye. Ji bo Xwedê ez bi hesreta tamîş nabim. Were teslîmî dewletê bibe. Rojên min reş bûne. Piştî ku kurê min winda bû ez her roj dimrim. Wekî miriya li ser piya me. Çavên min li rê ne, li benda te me. PKKyê kurê min, Xwedê li wan bixe. Xwedê heqê min ji wan ra nehêle."

Fadîme Aksuya ji Kocaeliyê hat û ji bo Eren Yalçinê kurê xwe çalakiyê dike jî got 7 sal e ji kurê xwe xeberekê hilnade, ji bo ewladê xwe çalakiyê bi biryardarî didomîne û ew ê dev ji çalakiyê bernede.

Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkan di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku çalakiya Hacire Akarê ji bo wan bû destpêk û wiha dewam kir:

"Em çalakiya xwe bibiryar didomînin. HDPyê car carî zehf heqaret li me kir. Gef li me xwarin, pêşî li me birîn, xwestin em çalakiya xwe bidawî bikin. Lê me tu wextî negot belê. Em ji HDPyê zarokên xwe dixwazin. Em havîn, zivistan çalakiya xwe didomînin."

Şevket Bingolê bav ê ku ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiyê da beşdar e jî bal kişand ku 2 salên derbasbûyî dijwar bûn, lêbelê hatin her zarokekî hêvî da wan û wiha dewam kir:

"HDPyê 2 sal e çi bêjî li me kir. Zehf zilm û êşkence li van malbatan kirin. Heqaret li me kirin, çêr li me kirin. Lê digel van hemû yekan me çok danenî erdê û me çalakiya xwe domand. Hêviya me zehf e. Em hêviya xwe ji Xwedê nabirin. Înşelah ev ewladên me jî dê werin. Em ê zarokên xwe hildin û ji vir biçin."

Abdullah Demirê ku ji bo kurê xwe Fatih di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir, 5 sal e ew hesretî ewladê xwe ye û vegera her zarokekî ji bo wan hêvî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE