Çalakiya rûniştinê ya dayîkên li Diyarbekirê

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe HDPyê dibînin di 3yê îlonê da li Diyarbekirê dabûn destpêkirin bû

Çalakiya rûniştinê ya dayîkên li Diyarbekirê

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayîkên wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe HDPyê dibînin di 3yê îlonê da li Diyarbekirê dabûn destpêkirin bû.

Dayîkên li Diyarbekirê îdia dikin zarokên wan bi navbeynkariya HDPyê derxistine çiyê çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya partiyê didomînin û li bendê ne ku bigihîjin zarokên xwe.

Salîha Merta kurê wê yê Yetîşê 18 salî 4 sal berê revandine çiyê ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiyê bû. Mertê daxuyanî da û îdia kir ku di revandina kurê wê da HDPyê navbeynkarî kiriye.

Salîha Mertê wiha got: "Kurê min di sala 2015an da revandin. Pêşiyê gotin, 'Kurê te di pevçûnê da hat kuştin.' Dema me cinazeyê wî xwest gotin, 'Di avê da winda bû.' Dema min lêgerîna xwe domand jî gotin, 'Kurê te nemiriye, birîndar xilas bûye lêbelê em nizanin li ku derê ye.'

Mertê axaftina xwe wiha domand: "Çima ciwanan bi kar tînin? Xwedê bela wan bide Înşaellah. Êşa me Xwedê dizane. Zaran ji hembêza diya wan hildidin û dibin derdixin çiyê. Bira kurê min bidin."AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE