Çalakiyên 4.Mihrîcana Cîloyê

Di Mihrîcana Cîloyê ya 4emîn da çalakiyên rengîn hatin lidarxistin

Çalakiyên 4.Mihrîcana Cîloyê

Di Mihrîcana Cîloyê ya 4emîn ya ku li Golên Qeşayê yên Satê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê tê lidarxistin da çalakiyên rengîn çêdibin.

Walîtiya Hekariyê û Şaredariya Yuksekovayê bi dirûşmeya "Li Hekariyê Heyat Heye" îsal cara çaremîn e ku mihrîcanê li dar dixin.

Çalakiyên werzişê yên kanoyê, çiyageriyê, peraşûta berpalê, raftîng, pêşbaziyên duçerxiyê, snowboard, flyboard û yên din di mihrîcanê dahatin lidarxistin.

Kesên ji bajarên din hatin Golên Qeşayê yên Satê yên di raqima 3 hezar û 400î da ye li siruştê 2 roj derbas kirin, der û dora golan geriyan, li ber golan û sûlavê wêne kişandin.

Hin kesan li ser qeşayê xwe şiqitandin, hinek jî li ser golê kanoyê siwar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE