Çalakiyên baskên Rojhilat

Berhemên Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî bi Kurdî hatin çapkirin 

Çalakiyên baskên Rojhilat

Jiyan û Berhemên alim, mitesawif û helbestvanên kurd bi çalakiyên "baskên rojhilat" derdikevin hole. wezareta çand û turîzmê kitêbên kurdî yên; feqiyê teyran, melayê cizîrî û ehmedê xanî çap kirin. bi hevkariya trt kurdiyê jî li ser jiyana feqiyê teyran û melayê cizîrî belgefîlm hat kişandin. 

Sê zanayên Kurd ên alema me ya fikrî û manewî. 

Sê stêrkên ku bi berhemên xwe di dilê me de dijîn. 

Şexsiyetên mezin yên kurd; Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî bandoreke mezin li şaristaniya me kirine. 

Ji bo nifşê niha alim û fîlozofên me yên mezin nas bikin çalakiyên edebî, şano, sinema, resim, muzîk û şê’ran tên kirin û gavên girîng tên avêtin. 

Bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê, TRT û Şaredariya Diyarbekirê bernameya Baskên Rojhilat hat lidarxistin. 

Çalakiya Baskên Rojhilat bi civîna çapemeniyê dest pê kir.  

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Misbah Demîrcan, Walî Munîr Karaloglu, Koordînatorê TRT Kurdiyê Kemal Gümüş û Şêwirmenda Serokomar Gülşen Orhan beşdarê bernameyê bûn.  

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mi̇sbah Demi̇rcan: “Serokomar Recep Tayyip Erdogan ligel hemû astengan bi şoreşeke bêdeng kurd gihandin zimanê kurdî. “ 

Çalakiyên Baskên Rojhilat dê bi zimanê Tirkî û Kurdî bi panêl, fîlm, konser û tualan dewam bikin. 

erokê Saziya Dîrokê ya Tirk BİROL ÇETİN: “Çanda me bi qasî welatê me bi qîmet e” 

Walî Müni̇r Karaloğlu: “Em ê pirtûka panelê bi Tirkî û Kurdî çap bikin.”   

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Misbah Demîrcan got; em ê berhemên sê şexsiyetên mezin li ser platforma dijîtal e-pirtûkê vekin. 

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mi̇sbah Demi̇rcan: “her çiqas zemanê mitesawifên mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî cuda be jî ew dewlemendiya çanda ew ne. Ji bo fikr û ramanên wan li welêt û derveyî welêt baş were fehmkirin divê em xwedî li van şexsiyetan derkevin û jiyana wan bikin pirtûk û fîlm 

Di çarçoveya çalakiyên Baskên Rojhilat de dê belge-dramaya Hevdîtina Du Çeman were nîşandan. 

Fîlmê ku îlhama xwe ji jiyana Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî stendiye dê li ser ekrana TRT Kurdiyê were weşandin. 

Şêwirmenda Serokkomar Recep Tayyip Erdogan got bi vê bernameyê dewreke reş li ser çanda kurdî radibe. 

Çalakiyên Baskên Rojhilat wê di navbera 28 û 30ê Nîsanê de bi bernameyên taybet were lidarxistin..

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE