Çalakiyên cejna Xidirellezê

Li Elaziğê bi beşdariya 2 hezar kesî Xidirellez hat pîrozkirin...

Çalakiyên cejna Xidirellezê

Di cejna Xidirelezê de li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî tên lidarxistin. Li gorî baweriyê di 6ê gulanê de hezretî xizir û îlyas hatine cem hev û ev destpêkirina hewaya germ e. Di vê çarçoveyê de li Elezîz û Edîrneyê jî çalakî hatin lidarxistin.

Li gelek bajaran her sal di 6ê Gulanê de ji bo Cejna Xidirellezê çalakî tên lidarxistin.

Li gorî baweriyê di 6ê Gulanê de Hezretî Xizir û Îlyas hatine cem hev û di vê rojê de jî hewaya germ dest pê dike.

Ji bo vê yekê jî li Elezîzê bi beşdarbûna 2 hezar kesî çalakiyek hat lidarxistin.

Gelek hunermendan stranên Kurdî yên gelek xweş gotin.

Her wiha beşdaran jî têra dilê xwe govend gerandin.

li Edirneyê jî ji bo Xidirellezê çalakiyek hat lidarxistin.

Her çend baran dibariya jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wek nîşaneya destpêkirina germahiyê agirekî mezin hat vexistin

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE