Çalakiyên hefteya turîzmê

Li qada dîrokî pêşaneya resman hat vekirin

Çalakiyên hefteya turîzmê

Li Şanlıurfayê bi boneya hefteya turîzmê pêşaneya resman hat vekirin. pêşaneya ku li taxa gola masiyan hat vekirin, ji 35 resmên ku ji cihên dîrokî yên Şanlıurfayê hatine girtin pêk tê.

Hefteya Turîzmê li seranserê welêt tê pîrozkirin.

Şaredariya Şanlıurfayê di çarçoveya çalakiyên hefteya turîzmê de li devera dîrokî ya ku li taxa Gola Masiyan dikeve pêşaneya resman vekir.

Di pêşaneyê de 35 resmên ku li deverên dîrokî yên bajêr hatine kişandin bi muzîka zindî tên pêşkêşkirin.

Turîstên ku ji bo geştûgerê hatine bajêr eleqeyeke mezin nîşanî pêşaneyê didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE