Ji bo ku di vê pêvajoyê de bêhna zarokan li malê teng nebe çalakiyên rengîn tên lidaxistin. Şaredariya mêrsînê bi palyaçoyan kêfa zarokan anî. Her wiha şaredariya mêrdînê ji bo rojbûna zarokan paste şand mala wan.
Zarokan malên xwe bi balon û alayan xemilandin.
Helbest û stranên ji hev xweştir xwendin.
Şaredariya Mêrsînê jî ji bo zarokan li bajêr palyaço gerandin.
Li ser otobûsên vekirî palyaço reqisîn û kêfa zarokan anîn.
Li Mêrdînê jî şaredariyê surprîzek kir û rojbûna zarokên ku di 23ê Nîsanê de ji dayîk bûne pîroz kir.
Ji bo zarok kêfxweş bibin ji otobûsan dengê stranan bilind bû.
Walî û cîgirşaredarê Mêrdînê Mustafa Yaman jî li zarokan geriya û rojbûna wan pîroz kir.
Her wiha tîmên agirkujiyê jî pasteyên zarokan gihandin wan.