Li Mûşê heyama çandina zebeşan dest pê kir. ji bo ku îsal berf û baran zêde barî, hilberîner hêvî dikin qezenca wan baştir bibe.
Li herêmê, heyama çandina zebeşan herî dereng li Mûşê dest pê dike.
Par li bajêr 81 hezar ton zebeş hatibû hilberîn. Midûriya Çandiniyê plan dike ku hilberîna îsal derkeve 100 hezar tonî.
Îsal, li bajêr berf û baran zêde barî. Ji bo vê jî cotkar dixwazin zêdetir zebeşan biçînin.
Xebatkarên ku ji bajarên cuda hatine serê sibê dest bi kar dikin.
Zebeşên Mûşê ku di payizê de çêdibin tên firotin gelek bajaran.