Çandiniya dawî ya salê

Pirase û kerewîz bi zehmetî ji bo firotinê tên amadekirin

Çandiniya dawî ya salê

Li Torbaliya Îzmirê çandiniya dawî ya salê tê kirin. Karker bi kedeke hêja pirase û kerewîzan ji bo firotinê amade dikin. Di hewaya sar de, di nav avê de tên şûştin û amadekirin.

Torbaliya navçeya Îzmirê di warê çandiniya sebzeyên zivistanê de pêşketî ye.

Pirase û kerewîz di serî de gelek sebze tên çandin.

Çandiniya dawî ya salê jî van rojan tê kirin.

Ji zeviyê diçinin û kom dikin...

Di hewaya sar de, di hewzên avê de dişûn...

Di kaseyan de bi cî dikin...

Piştî vî kar û barê bi zor û zehmet pirase û kerewîz diçin hela sebze û fêkiyan.

Pirasa û kerewîzên ku li vir tên çandin tên şandin gelek deveran.

Her sal nêzî 8 mehan çandiniya wan tê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE