Çandiniya li deşta Mûşê

Cotkarên herêmê erdên xwe diajon...

Çandiniya li deşta Mûşê

Bi germbûna hewayê re li herêma Mûşê ajotin û rakirna erdan dest pê kir. Tê gotin îsal wê li herêmê zêdetir genim, gulberojk, silq û garisê sîlajê were çandin.

Deşta Mûşê, di warê çandiniyê de navendeke gelek girîng e. Lewra 3yem deşta herî mezin a Tirkiyeyê ye.

Bi germbûna hewayê re cotkar û saziyên çandiniyê yên herêmê, ji bo çandina genim, gulberojk, silq û garisê sîlajê erdên xwe diajon.

Berpirsên Saziya Çandiniyê ya Yıldız Alparslanê Şeref Subaşî dibêje: “Em îsal li benda hilberîneke baş in.”

Tê ragihandin ajotina erdan wê heta dawiya Gulanê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE