Çar aliyê Türkiyeyê li pişt Mehmetçikê xwe ye

Hêzên Çekdar ên Türkiyeyê piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê qewimî ji bo li herêmê aramî zêde bibe û dawî li perîşanbûnê bê dest bi Hereketa Mertalê Biharê kirin û niha miletê Tirk jî bi yek dengî li pişt eskerê xwe ye.

Çar aliyê Türkiyeyê li pişt Mehmetçikê xwe ye

Hêzên Çekdar ên Türkiyeyê (HÇT) piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê qewimî ji bo ku li herêmê aramî zêde bibe û dawî li perîşanbûnê bê, dest bi Hereketa Mertalê Biharê kirin û niha miletê Tirk jî ji dil û can û bi yek dengî li pişt eskerê xwe ye.

Hereketa Mertalê Biharê ya ku HÇTê piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê da destpêkirin bi serfirazî dewam dike û gelê Tirk jî awayek xurt piştgiriyê dide herekatê.

Ji qada siyasetê bigire heta sporê û ji wir heta qada hunerê ji bo hereketa dest pê kiriye peyamên piştgirî û piştevaniyê tên dayîn. Li çar aliyê Türkiyeyê ji aliyekî va welatî û ji aliyekî va jî saziyên civakî yên sivîl ji bo piştgiriya eskerên Tirk merasim û organîzasyonan birêva dibin.

Di 27ê Sibatê da eskerên Tirk ên ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê wezîfedar bûn rastî êrîşeke bêbext hatin û ji ber wê jî HÇTê li wê derê Hereketa Mertalê Biharê da destpêkirin û pêr di dema nimêja sibehê da bi aramanca herekat bi serfirazî biçe serî li hemû mizgeftan Sûreya Fethê hat xwendin û dia hatin kirin.

Hêzên Çekdar ên Türkiyeyê piştî êrîşa bêbext a li Îdlibê qewimî ji bo li herêmê aramî zêde bibe û dawî li perîşanbûnê bê dest bi Hereketa Mertalê Biharê kirin û niha miletê Tirk jî bi yek dengî li pişt eskerê xwe ye.

Ji qada hunerê gelek hunermend bi hêviya ku HÇT bila li Sûriyeyê bigihîje mirazê xwe ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamên piştgiriyê weşandin.

Piştî êrîşa bêbext pêşbirkên fitbolê di serî da sporvanên di hemû qadan da silava eskeriyê dan û ji qada sporê gelek kesan peyamên ku li cem Mehmetçikê xwe ne dan.

- Ji bo eskeriya dildarî serî li CÎMERê dan

Bi destpêka Herekata Mertalê Biharê va gelek welatiyan ji bo eskeriyê serî li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) da.

Mixtarên tax û gundan ji bo piştgiriya herekatê li Komeleya Hemû Mixtarên Nevşehirê civiyan, bi alayên Türkiyeyê va meşiyan Şaxa Eskeriyê ya Nevşehirê. Hema bêje li hemû bajaran konvoy hatin çêkirin û meş hatin kirin.

Xwendekarên ku li Sakarya û Kayseriyê di wargehên Saziya Kredî û Wargehan (KYK) da dimîninîn, ji bo piştgiriya Herekata Mertalê Biharê bi çirayên odeyên eniya pêşîn a wargehê va nivîsên "TSK (Artêşa Türkiyeyê)", "Bihar", "Mertalê Biharê" çêkirin.

Xwendekarên Akademiya Polêsan jî bi vîdeoya sernava "Em bi qehremanên me yên ku Herekata Mertalê Feratê dikin ra ne" eskerên ku li Îdlibê şehîd ketin, bi bîr anîn.

Di vîdeoyê da xwendekar Sirûda Îstiqlalê dixwînin, navên eskerên ku li Îdlibê şehîd ketine yek bi yek didin û wêneyên wan nîşan didin, waxtê nav tên xwendin xwendekarên Akademiyê dibêjin "li vê derê ye".

Digel nav welêt ji derveyî welat jî piştgirî dan Herekata Mertalê Biharê.

Li bajarê Trablusşamê ku dikeve bakurê Lubnanê, ji bo Herekata Mertalê Biharê konvoya piştgiriyê hat lidarxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE