Çavdêran koça bi hezaran çivîkên li Deşta Mûşê qeyd kir

Li Deşta Mûşê ya ku bi dehl û devî û her wiha floraya xwe ya dewlemend va bi qasî 400 cinsên çivîkan dihewîne, piştî ku serma ket erdê, koça van çivîkan a ber bi herêmên germ didome.

Çavdêran koça bi hezaran çivîkên li Deşta Mûşê qeyd kir

Li Deşta Mûşê ku yek ji guzergehên girîng ên koça çivîkan ên li Tirkiyeyê ye, rêwîtiya koçê ya bi dehan cinsên çivîkan ji hêla çavdêr û wênehezan tên qeydkirin.

Li Deşta Mûşê ya ku bi dehl û devî û her wiha floraya xwe ya dewlemend va bi qasî 400 cinsên çivîkan dihewîne, piştî ku serma ket erdê, koça van çivîkan a ber bi herêmên germ didome.

Li dehl û deviyên ku havînê bi çivîkên koçber geş dibin, van deman jî bi koçkirina komî ya bi hezaran çivîkan va dîmenên newaze derdikevin holê.

Ekîba çavdêriya qadê ya Komeleya Xwezayê ya Qulingan û wênehez ên ku hatin deverê, dîmen û wêneyên çivîkên ku koç dikin dikişînin.

Serokê komeleyê Kasim Avci ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wekî ekîba çavdêriya qadê, ew 9 sal e lêkolînên xwe didomînin da ku populasyona çivîkan a herêmê qeyd bikin.

Avci bal kişand, li Deşta Mûşê jî hişkesaliyê tesîra xwe nîşan da, li Gola Bilanixê asta avê daket û wiha dewam kir, "Digel daketina asta avê, me li herêmê gelek cinsên çivîkan qeyd kirin. Koça cinsên çivîkên ku li dehl û deviyan dijîn didome. Em li Deşta Mûşê, zeviyên şov, li kêleka çemên Murad û Karasuyê lêkolînên xwe didomînin. Di populasyona zivistanê da em rastî daketinekê nehatin. Coxrafyaya Mûşê ne tenê ji guzergeha çivîkên koçber pêk tê, her wisa li vir gelek cinsên çivîkan li ser hêkan kurk rûdinên û cûcikan derdixin. Me bi qasî 400 cinsên çivîkan tesbît kirin ku li vir dikevin kurkê. Em ber bi dawiya koçê ne. Me koça qazan temaşe kir. Em rastî bi hezaran refên qazan hatin û me qeyd kirin. Em ê zivistanê jî liv û lebata çivîkan bişopînin."

Wênegirê xwezayê Muzaffer Goç jî diyar kir, ew wekî xwebexş digel ekîba çavdêriyê ya Komeleya Xwezayê ya Qulangan derket qadê û wêne û dîmenên çivîkan dikişîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE