Çavkaniyên jeotermal ên Hakkariyê tên nirxandin

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Hakkariyê û Alîkarê Walî Mustafa Duruk teseliya xebatên sondajê yên ji bo nirxandina çavkaniyên jeotermal ên herêmê kir.

Durukê ku teseliya xebatên li kîlomêtroya 50yemîn a rêbejaya Hakkarî-Wanê kir, ji ekîba teknîkî der heqê xebatan da agahî wergirtin.

Duruk di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li herêma sondaja jeotermal li ser qadeke 5 hezar mêtroyî 2 otêl, 2 hewzên ajneyê û navendeke rehabîlîtasyona tedawiya fîzîkî dê hebin.

Duruk herwiha bal kişand ku li herêmê li ser 20 donim erdî, sera dê bên avakirin ku dê bi ava germ bên germkirin. Duruk herî dawî jî bal kişand ku proje dê gelekî bi kêrî potansiyela turîzma bajêr jî were.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE