Çavkaniyên Munzurê

Her sal bi hezaran turîstên xwecî û biyanî tên ziyareta Çavkaniyên Munzurê ya bi tebîet û xweşikahiya xwe balê dikişîne.

Çavkaniyên Munzurê
GALERIYA NÛÇEYÊ
Çavkaniyên Munzurê

Çavkaniyên Munzurê

Çavkaniyên Munzurê yên li Ovacika navçeya Tunceliyê bi ava ji nav keviran derdikevin û şirşirnegên piçûk û mezin û golên piçûk va merivan şaş û metel dihêlin.

Midûriyeta Lijneya Parastina Tebîetê û Çandê ya Erziromê di sala 2001ê da Çavkaniyên Munzurê wekî qada sîtê ya tebiî ya sereke îlan kir. Çavkaniyên Munzurê li gundê Ziyaretê ya 80 kîlomêtre li dûrê Tunceliyê, 17 kîlomêtre dûrî Ovacikê cî digre.

Her sal bi hezaran turîstên xwecî û biyanî tên ziyareta Çavkaniyên Munzurê ya bi tebîet û xweşikahiya xwe balê dikişîne.

Ji ber ku nika berf dihele ava çavkaniyan gelekî zêde ye, der û dora çavkaniyan kesk û hêşin e, li her aliyan kulîlk hene û tevahiyê van jî bi hev ra dîmenên xweşik derdixin holê.

Kesên dixwazin roja xwe li Çavkaniyên Munzurê derbas bikin, xwarinên herêmî tehm bikin wêne û vîdeoya bikişînin li vê derê seyranê dikin.

Çavkaniyên Munzurê ji bo Parka Neteweyî ya Munzurê jî wekî çavkaniya zindîbûnê ye.

Tê gotin ku li gor efsaneyê navê şivan Munzur bûye û şîrê di destê xwe ra ber bi bê va rijandiye û bi vî qaydî Çavkaniyên Munzurê têzane.

Ayhan Demirê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çavkaniyên Munzurê her demsalê kaw û xweşik in.

Demir got ji bo ku ji jiyana Stenbolê ya bîna wî teng dike xilas bibe hatiye Ovacikê.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 10:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE